Êrîsa ser mala Kazimî bi 3 dronan hatiye kirin, 2 ji wan hatine xistin

07 November 2021 14:46 0 dîtin
Êrîsa ser mala Kazimî bi 3 dronan hatiye kirin, 2 ji wan hatine xistin

PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Iraqê derbarê êrîşa ser mala Serokwezîr Mistefa Kazimî de ragihand ku ew êrîş bi 3 dronan pêk hatiye û 2 drone ji wan hatine xistin.

Di êrîşa bi dronên bombebarkirî ya ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Navçeya Kesk ku îro 7ê Mijdarê beyaniyê pêk hat, Kazimî ji hewla kuştinê rizgar bûbû û 3 pasevanên wî birîndar bûbûn.

Wezareta Navxwe ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîş bi 3 dronên cuda hatiye kirin.

Herwiha Wezareta Navxwe ya Iraqê daye zanîn ku hêzên ewlehiyê û zêrevanên Mistefa Kazimî karîne du dronan têk bişkînin û bixin xwarê.