Baroya Diyarbekirê banga destpêkirina pêvajoyeke nû kir!

01 September 2023 18:26 0 dîtin
Baroya Diyarbekirê banga destpêkirina pêvajoyeke nû kir!

PeyamaKurd - Baroya Diyarbekirê bi boneya destpêkirina salnameya dadî û 1ê Îlonê Roja Cîhanî ya Aştiyê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren ve hate xwendin de, bang li deshilatên Tirkiyê hate kirin ku pêvajoyeke nû ya aştiyê ji bo çareserkirina pirsa Kurd bidin destpêkirin.

Nahît Eren got; ew li dijî şer û tûndiyê ne alîgirên aştiyê ne û Kurd gelek girîngiyê bi proseya aşitiyê didin û dixwazin aştiyeke bi rûmet û dadwerî pêk were.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Tekane rêya çareserkirina pirsgirêkan diyalog û aştî ye, divê Pirsa Kurd di çarçoveya heq û edaletê de were çareserkirin.”

Hate diyarkirin: “ Li Tirkiyeyê pirsgirêkên heq û edaletê yên civakê hene. Daraz ne serbixwe û bêalî ye. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê (DMME) yên derbarê Selahedîn Demîrtaş û Osman Kavala de nayên cîbicîkirin.  Azadiya derbirîn û çapemeniyê di bin gefên darazê de ne. Mafên hilbijêran bi pergala tayînkirina qeyûman tê binpêkirin.”

Herwiha li ser doza kuştina serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî jî hat hat gotin ku ew hêvî dikin doz were ronîkirin.