DEM Partî: Danîna qeyûman destpêkirina pêvajoyeke nû jehrî dike
PeyamaKurd - Desteya Rêveberiya DEM Partiyê, bi serokatiya hevserokên partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullarî, bi armanca nirxandina danîna qeyûman li Esenyûrt a Stenbolê, Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê û rojeva siyasî ya Tirkiye û bakurê Kurdistanê civiya.
Piştî civînê DEM Partiyê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser danîna qeyûman ragihand, ew hewlên hevbeşên desthilatê yên destpêkirina proseya aştiyê girîng dibînin û wek DEM Partî amade ne di vê warê de rol bigrin û hemû berpisiyarî hilgirin serê xwe.
Desteya Rêveberî ya DEM Partiyê got: “Pirsa Kurd, li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke ye, êdî bûye pirseke herêmî û cîhanî û çareseriyeke aştiyane û demokratîk neçarî ye. Pirs bi beşdariya hemû aliyên civakê çareser dibe. Çareseriya pirsa Kurd bi naskirina mafên hemwelatiya wekhev û qebûlkirina zimanê dayîk û nasnameya Kurd dibe.”
Hate diyarkirin: “Divê û demildest mercên ewlekarî, tendirustî û azadî bo Abdullah Ocalan bên dabînkirin. Tecrîda li ser Ocalan, astengiyeke mezin e li pêş aştiya civakî. Pêwîst e Ocalan wek aliyê sereke yê danûstandinê rol bigre û bo vê mercên karkirinê dabîn bibin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dem Partî, di çareseriya pirsa Kurd de amade ye roleke çalak û erênî bibîne. Em Parlamentoyê wek zemîna çareseriyê dibînin û divê hemû pirsgirêk li ser vê zemînê bihên gotûbêjkirin. Dem Partî di warê mafên çand û nasnameyê de gavên yasayî û destûrê serekî dibîne. Em girîngî bi daxuyaniyên hevbeşên desthilatê yên derbarî çareseriya pirsa Kurd didin.”
DEM Partîyê li ser qeyûman jî da zanîn egere destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê jehrî dike û destnîşan kir: “Siyaseta danîna qeyûman ya desthilatê, binpêkirina îradeya gel e. Ev siyaset di nava civakê de dibe sedemê bêbawerî û krîza rêvebirinê. Qeyûm nenaskirina îradeya gelê Kurd, binpêkirina mafê hilbijartin û xwe birêve birinê ye. Divê demildest ev şêwaza rêvebirina dawî were û ji bo vê pêngavên yasayî werin avêtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin