Ji DEM Partî û Qendîlê peyamên silava ‘Devlet Bahçelî’: Komplo ye yan pêvajoyeke nû?

08 October 2024 17:58 0 dîtin
Ji DEM Partî û Qendîlê peyamên silava ‘Devlet Bahçelî’: Komplo ye yan pêvajoyeke nû?

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî, çend roj berê li parlamentoyê çûbû cem koma DEM Partiyê û ew bi destan silav kiribû û herwiha peyamên aştiya navxweyî dabûn.

Silav Bahçelî karvedaneke mezin di siyaseta Tirkiyê de bi xwe re aniye ku hin alî pirsa, “Gelo pêvajoyeke nû ligel Kurdan tê destpêkirin?” dipirsin.

Herî dawî Bahçelî îro 8ê Cotmehê sedema silavdana hevserok û parlamentarên DEM Partiyê di gotara xwe ya parlamentoyê de eşkere kir û got, wî ji bo Tirkiyebûnê bipejirînin û bibin partiyeke Tirkiyeyî ew silav daye wan.

Li ser gotina Bahçelî ya Tirkiyebûnê Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari ragihand ku ew ji xwe partiyeke Tirkiyeyî ne û hemû gelên Tirkiyê jî hembêz dikin.

Li aliyê din PKK ya Qendîlê jî li ser silava Bahçelî nirxandin kir.

Endama Konseya Serokatiya KCK/PKKê Besê Hozat, li ser silava Devlet Bahçelî û îhtimala destpêkirina proseyeke nû diyar kir, “Ew li pey lîstikên nû ne. Ger nêzîkatiyek hebe keremke, wa Îmralî li wê derê ye” got û wek muxatab Abdullah Ocalan destnîşan kir.

Herwiha Hozat gotiye, hewl didin bi lîstik û hîleyan komployeke nû saz bikin û serê Kurdan jî tevlîhev bikin.