Saredariya Hesekê danîna qeyûman li ser bajarên bakur protesto kir

04 November 2024 18:43 0 dîtin
Saredariya Hesekê danîna qeyûman li ser bajarên bakur protesto kir

PeyamaKurd - Şaredariya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê tayînkirina qeyûman li ser bajarên Mêrdîn, Batman û navçeya Riha Xelfetiyê şermezar kir.

Endamên Şaredariya Gel a Hesekê li ber avahiya xwe ya li taxa Tel Hecerê, piştgirî dan 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê ku îro qeyûm li ser wan hate tayînkirin.

Hevşaredara Hesekê Sadiya Kotî di daxuyaniyê de got, hewldanên qirkirina siyasî li dijî şaredariyên bi vîna gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine hilbijartin tê domandin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, “Em weke Şaredariya Gel a Hesekê operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî şaredariyên gel ên Bakurê Kurdisanê, şermezar dikin. Em piştgiriyê xwe bo îradeya gel nîşan didn û berxwedana wan pîroz dikin. Em piştgiriya xwe ya bi vîna gel û dengê wî yê azad ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re radigihînin.”