Li dijî biryara danîna qeyûman bertekên tund tên dayîn

19 August 2019 10:22 0 dîtin
Li dijî biryara danîna qeyûman bertekên tund tên dayîn

PeyamaKurd - Hevşaredarên Amedê yê ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ve li şûna wî qeyûm hatiye danîn Selçuk Mizarakli bertek nîşanî biryara dûrxistinê û nîşandana qeyûm nîşan da û got li vir niyeteke din heye: "ev derbeyeke li dijî îradeya gelî"

MIZRAKLI: EV DERBEYEKE LI DIJÎ VÎNA GEL

Selçuk Mizrakli wiha axivî: "Ev biryar, hewildaneke ku rewşa Tirkiyê ber bi dereke din ve bibe, ev biryareke li dijî rihê arîtmetîka siyasî, li dijî baweriya temsîlî ya li hemû mekanîzmayan. Ev derbeyeke li dijî îradeya gel."

Hevşaredarê Amedê Adnan Mizraqlî amaje kir ku duh îşev nêzîkî 100 kesî li Amedê hatine binçavkirin.

PAYLAN: EGER BÊDENG WERE MAYÎN DÊ DOR WERE ENQERÊ Û STENBOLÊ JÎ

Parlementerê HDPê yê Stenbolê Garo Paylan diyar kir ku li dijî vîna gel koteda hatiye kirin û bang li rayagiştî kir ku li dijî biryarê bertekê nîşan bidin. Paylan, ‘’Divê hemû rayagiştî bertekê nîşanî biryarê bide. Îro li dijî îradeya gel kotedayeke siyasî pêk hat û li şûna hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê ku me bi dengekî bilind qezenc kiribûn, qeyûm danîn. Divê em bêdeng nemînin, eger bêdeng bimînin dê dor were Eqnerê û Stenbolê jî.”

BEKAROGLU: HIŞMENDIYA KU ŞAREDARIYA AHMET TURK NAS NEKE, TU NÊTA WÊ TINE KU PIRSA KURDÎ ÇARESER BIKE

Parlementerê CHPê yê Stenbolê Mehmet Bekarogu jî berek nîşanî biryarê da û got, "Ev biryar tê wateya betalkirina demokrasiyê û tê wateya ku gel bi temamî hêviyên xwe ji demokrasiyê qut bike. Dê ti fêdeya vê biryarê nebe. Heyf, heyf li wê ku piştî ewqas berdêlan hê jî ev tiştên wiha pêk tên Ew hişmendiya ku şaredariya Ahmet Turk nas neke tu nêta wê tine ku pirsa kurdî li Tirkiyê çareser bike. Bi vî hişî pirsa kurdî û terorê nayê çareserkirin, desthilat vê yekê bi tenê wê ji bo xwe bikar tîne”

TANRIKULU: DERBE NE TENÊ BI TANK Û TOPAN TÊ KIRIN

Parlementerê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu jî li dijî biryarê derket û got derbe ne tenê bi tank û topan tê kirin. ‘’Li şûna hevşaredarên hibijartî yê Amed, Mêrdîn û Wanê qeyûm hatin danîn. Ev yek li dijî hiqûqê ye. Ev debeyeke li dijî vîn û vebijarkên siyasî yên xelkê.’’