Polîsan midaxeleyî çalakiyên li dijî biryara qeyûman kir

05 September 2019 11:52 0 dîtin
Polîsan midaxeleyî çalakiyên li dijî biryara qeyûman kir

PeyamaKurd - Polîsan li Stenbol û Enqerê midaxele li wan çalakiyan kir ku ji bo biryara tayînkirina qeyûman a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Wan û Amedê protesto bikin hatin li dar xistin.

NobeDa Demokrasiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî biryara tayînkirina qeyûman a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Wan û Amedê li gelek bajaran berdewam dike.

HDPyî JÎ DI NAV DE 10 KES HATIN DESTESERKIRIN

Li Enqereyê polîsan midaxele li HDPiyan kir ku li Kolana Sakaryayê xwestin çalakiya rûniştinê pêk bînin. Rêveberên HDPyê jî di nav de 10 kes hatine desteserkirin û berêvarê kesên desteserkirî serbest hatin berdan.

Li Stenbolê jî HDPyiyan xwest li Beşîktaşê çalakiyekê pêk bînin lê polîsan midaxele li wan kir ku di nava çalakgeran de parlamenterên HDPyê jî hebûn. Gelek kes hatine desteserkirin.

JI BİLÎ AMED Û STENBOLÊ, LI ÎZMÎR, EDENÊ Û DÎLOKÊ JÎ ÇALAKÎ HENE

Li Îzmîrê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê parlamenter û endamên HDPyê xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan astengî ji çalakgeran re dexist û ew dorpêç kirin.

Li Edenê jî HDPyiyan xwest li Parka Abidin Dino çalakiya rûniştinê pêk bînin lê polîsan ew asteng kirin.

Li Dîlokê HDPyiyan xwest li ber Parka Yeşilsuyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û çalakiya rûniştinê pêk bînin lê polîsan biryara qedexeya çalakiyan a Walîtiyê kiriye hincet ku di 20ê Tebaxê de ji bo mehekê hatibû wergirtin. Parlamenterê HDPyê yê Dîlokê Mahmut Togrul got ew ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsên Tirk ji bo daxuyaniyê destur dan lê nehiştin çalakiya rûniştinê pêk bê.