Di çalakiyên li dijî tayînkirina qeyyûman de, li Batmanê 24 kesan xistin binçav
PeyamaKurd – Parêzgeha Batmanê ragihand ku di çalakiyên li dijî qeyyûman de, li Batmane kesên di bin fermana PKK/KCKê de tevdigerin û tevlî çalakiyên kolanan bûne, ji wan 24 kesan xistine binçav. Parezgeh dibêje ku sîlih û muhîmatan jî xistine dest.
Di daxwuyaniya parêzgeha Batmanê de hat gotin ku:
“6 zarokên ku wan ber kirina sûcan de dehf dane,18 gumanbarên din bi temamî 24 kes ji aliyê hêzên asayîşê de hatine binçavkirin. Ji binçavkiriyan yek ji wan ji sûcên cuda 30 qeydiyên wî yên lêgeryanê hene.”
Di nav muhîmmatan de tiştên ketine dest; demançeyekî sexte, jarjurekî, fişekên qelb yên demançê, berkaniyekî, 10 heb xar, 2 qutiyên vala yên maytabê û 4 fişekên AK-47. Ji vana alavan kîjan yê sûce, tê munaqeşekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin