Serokê CHPê: Em li dijî tayînkirina qeyyûman in
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Tirkiyeyê Ozgur Ozel ragihand ku ew li dijî tayînkirina qeyûman in.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrga bajarê bakurê Kurdistanê.
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel bi rêya hesabê xwe Xyê bertek nîşanî vê biryarê da û da zanîn ku dozeke 10 sal berê dest pê kiriye dikin egera tayînkirina qeyyûm û got, “Em tayînkirina qeyûman red dikin.”
“Qeyûm tunehesibandina vîna gelê Colemêrgê ye”
Ozgur Ozel diyar kir ku divê ev biryar tafilê bê betalkirin û dom kir: “Tiştê ku rû dide tunehesibandina vîna gelê Colemêrgê ya ku du meh berê derketibû holê ye. Divê peywirdarkirina qeyûm bê betalkirin. Em li gel demokrasiyê û vîna gel in û em li dijî feraseta qeyûman in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin