Damezrînerê AK Partiyê li dijî tayînkirina qeyûm derket

03 June 2024 19:34 0 dîtin
Damezrînerê AK Partiyê li dijî tayînkirina qeyûm derket

PeyamaKurd – Parlamentarê berê yê AK Partiyê yê Diyarbekirê û yek ji damezrînerê AK Partiyê Îhsan Arslan, tayînkirina qeyûn li ser şaredariya Colemêrgê nirxand.

Arslan got ku hîn ti mehkûmbûnek tune û nerast e ku qeyûm bêyî mehkûmbûna şaredar bê tayînkirin.

Herwiha Îhsan Arslan diyar kir, “Hîn nehatiye piştrastkirin ku serokê şaredariyê sûcdar e. Lêpirsîn heye, dibe ku di wê lêpirsînê de girtî be jî, lê ew jî nabe mehkûmiyet. Yanî bêyî ku mehkûmbûn teqez bibe, nêzakîtiya wekî tawanbaran li hember kesekî ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin ji dengên gel dane re wek bêrêziyê dibînim. Bîrdoza min ew e ku divê li gorî hiqûqê be. Min tim di xebat û hevpeyvîn û pirtûkên xwe de diyar kiriye ku li dijî qeyûman im.”