Partiya Babacan li dijî tayînkirina qeyûman derket: Xespkirin e
PeyamaKurd - Partiya Demokrasî û Pêngavan a li Tirkiyê (DEVA) ji aliyê wezîrê berê yê AKPyî Alî Babacan ve hatiye damezrandin, li dijî danîna qeyûman li ser şaredariyên HDPê derket û ragihand, “Destdanîna ser meqamên hilbijartî, xespkirina îradeya hilbijêran e.”
Partiya DEVAyê li ser medya civakî li dijî tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên bajarê Sêrtê, navçeyên Hawêl (Baykan) û Misirce (Kurtalan) û bajarê Îdirê û bajarokê Vartînisê yê Mûşê bertek nîşan da.
Di daxuyaniya Partiya DEVAyê de hat gotin, “Bêyî hebûna biryareke misoger a dadgehê, bi biryarên kêfî, destdanîna ser meqamên hilbijartî, xespkirina îradeya hilbijêran e. Ev yek baweriya bi demokrasiyê û hilbijartinan ku bingeh û jêvenegera wê ye, lawaz dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin