Wesangerên Kurd li dijî tayînkirina qeyûm daxuyanî dan
PeyamaKurd - Yekîtiya Weşangerên Kurd ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xebatê xwe dimeşîne, li dijî biryara tayînkirina qeyûm bo şaredariya Colemêrgê daxuyaniyeke hevpar belav kir.
Yekîtiya Weşangerên Kurd ragihand, di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de, li Colemêrgê wekî hevşaredar li ser navê DEM Partiyê Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçeyê hatine hilbijartin û 3yê Hezîrana 2024an bi hinceta lêpirsînekê Mehmet Sidik Akiş hatiye desteserkirin û dewletê, waliyê Colemêrgê wekî qayûm li şaredariyê tayîn kiriye.
‘Îradeya gel di ser her tiştî re ye’
Daxuyaniya Yekîtiya Weşangerên Kurd wiha ye: “Em wekî Yekîtiya Weşangerên Kurd vê helwesta şaş a ku vîna gel, hiqûq û edaletê binpê dike qebûl nakin.
Divê dewlet vê biryara şaş demlidest bi paş ve vekişîne û li ser navê Colemêrgiyan hevserokên ku wan hilbijartiye, birêz Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçe vegerin ser karê xwe û wan temsîl bikin. Îradeya gel di ser her tiştî re ye.”
Weşanên endamên Yekîtiya Weşangerên Kurd:
Weşanên Ar
Weşanên Lîsê
Weşanên Sîtavê
Weşanên Aramê
Weşanên Ma Muzîkê
Weşanên Sorê
Weşanên Aryen
Weşanên Morî
Weşanên Tevnê
Weşanên Avayê
Weşanên Nayê
Weşanên Wardozê
Weşanên Avestayê
Weşanên Nûbiharê
Weşanên Weqfa Mezopotamyayê
Weşanên Belkîyê
Weşanên Pallê
Weşanên Zîlan Akademî
Weşanên Darayê
Weşanên Payîzê Weşanên Zîzê
Weşanên Dengê
Weşanên Peywendê
Weşanxaneya Azad
Weşanên Doyê
Weşanên Ronyayê
Weşanxaneya Lûvîyê
Weşanên Dozê
Weşanên Roşnayê
Weşanxaneya Ronî
Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Weşanên Rûpelê
Weşanxaneyê Vateyî
Weşanên J&Jyê
Weşanên Sarê
Weşanên Kurdistanê
Weşanên Sîdarê

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin