Tanrikulu: CHP li dijî qeyûm e, dixwazin di serê hilbijêrên Kurd de pirsan çêbikin!
PeyamaKurd – Parlamenterên Partiya Komarî ya Gel (CHP) Îbrahîm Kaboglu (Stenbol), Levent Gok (Enqere) û Sezgîn Tanrikulu (Diyarbekir), ligel nûnerên Tifaqa Milet li Diyarbekirê civîneke rojnamevanî li dar xistin.
Di civînê de, li ser mijara sepandina qeyûman li ser şaredariyên bajarên Bakurê Kurdistanê ku ji ber protokola navbera Kemal Kilicdaroglu û Umît Ozdag bûye mijara nîqaş û nerazîbûnan nêrîna xwe anîn ziman û gotin, di polîtîkayên 6 partiyên Tifaqa Milet de sepandina qeyûman tune ye.
Parlamenterê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku dixwazin bi nîqaşên qeyûman di serê hilbijêrên HDPê de ji bo gera duyemîn a hilbijartina 28ê Gulanê pirsan çêbikin û got: “Em wek CHP îfade dikin ku bi her awayî li dijî sepandina qeyûman e. Herwiha di nivîsa polîtîkayên hevpar a 6 partiyên Tifaqa Milet de jî ev hatiye gotin. Li vê binêrin bes e. Hewl didin di serê hilbijêrên Partiya Çep a Kesk / HDP de pirsan çêbikin. Hilbijêrên Kurd polîtîk in. Ji xwe dizanin bê roja Yekşemê çûna ser sindoqan tê çi wateyê.”
Parlamenterê Stenbolê Îbrahîm Kaboglu jî got, “Qeyûm di Destûra Bingehîn de tune ye. Bi Rewşa Awarte (OHAL) re hatiye sepandin û piştre bûye yasa. Ji ber ku Destûra Bingehîn hîn di meriyetê de ye, li dijî Destûrê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin