Guvenê li dijî ‘Qeyûman’ banga 'Tifaqa Kurd û Kurdistanî' kir

20 September 2019 14:47 0 dîtin
Guvenê li dijî ‘Qeyûman’ banga 'Tifaqa Kurd û Kurdistanî' kir

PeyamaKurd – Parlamentara Colemêrgê ya HDPê û Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di bernameyeke ku li Cizîrê beşdarî kir de, li dijî qeyûman banga pêkanîna tifaqa Kurdistanî kir û got, “Yan emê tifaqa Kurdistanê pêk bînin û bi ser bikevin, yan jî dê lîstikên qirêj ên deshilatdaran berdewam bikin.”

Leyla Guven di bernameya bîranîna kesên di bûyerên salên 2015-2016an de li Cizîrê can dane de axivî û banga pêkanîna tifaqa Kurdistanî kir.

Guven bal kişand ser tayînkirina qeyûman bo şaredariyên bajarên Kurdan û got, “Li her derê talankariya wan derketiye holê. Loma jî dixwazin qeyûman deynin. Lê li hemberî bertekên gel şaş bûne. Niha bi komployên curecur dest datînin ser şaredariyên me. Ji bo vê em dibêjin, em tifaqa Kurd û Kurdistanê pêk bînin. Yan emê tifaqa Kurdistanê pêk bînin û bi ser bikevin, yan jî dê lîstikên qirêj ên deshilatdaran berdewam bikin.”