Aysegul Dogan: Divê tifaqa Enqere û Samê ne li dijî Kurdan be

16 July 2024 12:01 0 dîtin
Aysegul Dogan: Divê tifaqa Enqere û Samê ne li dijî Kurdan be

PeyamaKurd – Berdevka DEMê Ayşegul Dogan got: "Tifaqa ku di navbera Enqere û Şamê de pêk tê bila bi ti şert û mercî ne li dijî Kurdan be. Divê li dijî şer, li dijî şer û pevçûnan be, li berjewendiyên gel binêre."

Ayşegul Dogan hevdîtina muhtemel a Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esad re nirxand.

Dogan got, “Di ti şert û mercan de tifaqa ku di navbera Enqere û Şamê de hatiye avakirin, li dijî Kurdan nebe. "Divê li dijî şer, li dijî pevçûnan be û ji bo berjewendiya gel be."

Dogan derbarê hevdîtina Ozel-Esed de wiha got:

“Hevserokên me jî beriya niha li ser vê mijarê daxuyanî dabûn. Pêwîst e xwe ji her tiştê ku şer û pevçûn kûrtir bike dûr bisekine. Mixabin polîtîkayên ku li Sûriyeyê tên meşandin hem li hundir hem jî li derve ji bo Tirkiyeyê bû sedema berdêlên giran. Divê siyaseteke zelal bê meşandin û vîna gelên li wir dijîn li ber çavan bê girtin. Mînak pirsgirêka penaberan wê çi bibe, wê çawa bibe? Divê vegerên dilxwaz jî vekirî bin.

Destkeftiyên Kurdan girîng in

Pêwîst e şert û mercên ku wê bê kirin bi raya giştî re were parvekirin. Herwiha helbet Kurd û destkeftiyên wan, ev jî mijareke pir girîng e. Bi ti şert û mercan tifaqa ku di navbera Enqere û Şamê de hatiye avakirin bila li dijî Kurdan nebe. Divê li dijî şer, li dijî pevçûnan be û ji bo berjewendiya gel be."