Erdogan: Tirkiye ji bo Sûriyê ne gef e, divê Esed atmosfereke nû çêbike
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî vegera ji Lûtkeya COP29 ya li Bakuyê di balafirê de bi rojnamevanan re axivî û daxuyanî dan.
Erdogan li ser pirsa asayîkirina pêwendiyên bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re got, ew hîn jî hêvî dike ku bi Beşar Esed re bicive û bi hev re pêwendiyên Tirkiye-Sûriyeyê sererast bikin.
Erdogan got, “Divê rêxistinên terorê yên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ji nav bibin û bingeha dadperwerî û aştiyeke mayînde ava bikin. Me destê xwe ji bo asayîkirina pêwendiyan dirêj kiriye, wê ev dest deriyê aştî û aramiyê li Sûriyê veke.”
Herwiha Erdogan destnîşan kir: “Tirkiye ji bo xaka Sûriyê ne gef e, lê PKK, PYD û YPG li ser yekparçeyiya axa Sûriyê gef in. Divê Beşar Esed li Sûriyeyê atmosfereke nû çêbike.”
Erdogan li ser îhtimala destpêkirina operasyona leşkerî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî got: “Operasyonên leşkerî ji bo ewlekariya Tirkiyeyê û aramiya welatiyên me, her tim di rojevê de ne. Her dema em hest bi metirsiyê bikin, em amade ne ku dest bi operasyonan bikin.”
Erdogan wiha pê de çû: “Li bakurê Sûriyeyê bêîstiqrariyeke tam heye, ev yek bûye sedem ku rêxistinên terorîst sûdê ji vê yekê werbigirin û van deveran bikin penageha xwe, ku ev yek ji bo Tirkiyeyê metirsiyek ewlehiyê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin