Tirkiye: Cesedên ku li peravên Antalya û Mugla dertên cilên wan yên Sûriyê ne

22 January 2024 22:53 0 dîtin
Tirkiye: Cesedên ku li peravên Antalya û Mugla dertên cilên wan yên Sûriyê ne

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ali Yerlikaya di derbarê cesedên ku li peravên bajarên Tirkiyê yên Antalya û Muğlayê dixin de, daxwuyanî da. Yerlikaya di daxwuyaniya xwe de got ku ji 17 ê mehê heya niha 8 cesed li peranên Tirkiyê xistine û weha got:

“Ciyê hilberîna cilên li ser cesedên ku li peravên Antalya û Muğlayê xistine Sûriye ye. Meha borî ji devera peravê ya navbera Sûriyê û Lubnanê tekneya ku 90 kesî hilgirtibû, ber bi Kibrisê de çûbû û piştî çend seetan têkiliya bi teknê re qut bû bû, û tesbît bû ku tekne wenda bûye.”

Ali Yerlikaya mijarê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand û got ku ji cesedan nasnama yekî jî tesbît kirine ku demekî berê wenda bûye û yê navê wî M.Ş.E.ye. Lê wê di encama lêkolîna Tib a Edlî de aşkera bibe.