Erdogan: Divê Rûsya, Sam û Tehran ji bo parastina Sûriyê tedbîran bigirin
PeyamaKurd – Erdogan diyar kir ku piştî êrîşa dawî ya Îsraîlê ya li dijî Şamê, divê Rûsya, Sûriye û Îran ji bo parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê tedbîrên bi bandortir bigirin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku divê Rûsya, Îran û Sûriye mekanîzmaya hevkariyê ya sê alî aktîf bikin û wiha got: "Hêzên Sûriyeya Demokratîk (DSG) bang li van welatan kir ku "li dijî rêxistinên terorê yên ku DYA piştgiriyê didin wan tedbîrên bi bandortir bigirin."
Erdogan di hevpeyvîna xwe ya bi medyaya Tirkiyê re got: "Em ê doza aştiyeke bilez û daîmî li Sûriyê bikin... Metirsiya herî berbiçav a li ser aştiya herêmî û cîhanî Îsraîl e."
Erdogan diyar kir ku divê Rûsya, Îran û Sûriye mekanîzmaya hevkariyê ya sê alî aktîf bikin û wiha got: "Divê li hemberî hin rêxistinên terorê yên ku DYA piştgiriya wan dike, tedbîrên bibandortir bên girtin."
Erdogan di berdewamiya axavtina xwe de got: “Ev xetereya herî mezin a li ser yekparçeyiya axa Sûriyê ye.
"Tirkiye wê ji bo aştiyeke demildest û mayînde li Sûriyeyê bibe alîkar, Îsraîl ji bo aştiya herêmî û cîhanê xeteriyeke berbiçav e. Îsraîl Lubnanê bombebaran dike, Beyrûtê bombe dike, Şamê bombe dike û bi eşkereyî dibêje, piştî Lubnanê ew ê êrîşî Şamê jî bikin. Dagirkirina Şamê tê wateya hatina leşkerên Îsraîlî ber bi sînorê Tirkiyeyê û bi temamî parçebûna nexşeya Sûriyeyê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin