Mezlûm Kobanî: Divê Amerîka û Rûsya rê li ber hewildanên Erdogan bigirin
PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê HSDê ragihand ku tiştên ku Serokomarê Tirkiyê Erdogan dibêjegelek metirsîdar in û divê Amerîka û Rûsya rê li ber hewildana guhertina demografiyê ya Tirkiyê li navçeyên dagîrkirî bigirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî, li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsand ku armanca Erdogan guhertina demografiyê ye û diyar kir ku, daxuyaniyên Erdogan yên ku dibêje em dê milyonek koçber û awareyî li Serêkaniyê û Girê Spî bicî bikin metirsîdar in.
Tişta ku Serokomarê Tirkiyê Erdogan gotiye, bi destpêkirina bicîkirina milyonek kes li bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê pirsgirêkeke gelekî metirsîdar e û armanc jê, bicîkkirina kesên biyanî li van bajaran e.
Kobanî bang li Amerîka û Rûsyayê kir ku rê li ber vê hewildana were Erdogan girtin
Kobanî di parvekirina xwe de ev tişt anîn zimên:“Daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê ku dibêje em dê milyonek penaberî li Serêkaniyê û Girê Spî bicî bikin metirsîdar in û tê wateyê guhertina demografiye. Divê Amerîka û Rûsya bi mekanîzmayeke dabîn bikin ku xwediyên wê xakê vegerin ser şûnûwarên xwe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin