Erdogan : Divê Rûsya Kirimê bide Ûkraynayê
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya vîdeokonferansê de tevlî Zîrwa Platforma Kirimê ya lîderan bû û got ku Tirkiye îlhaqkirina Rûsyayê ya Kirimê nasnake û weha got:
“Kirim perçeyekî ji Ûkraynaye û îada Kirimê ji egera hûqûqa navdewletiye.”
Erdoğan got ku bi tevlîbûna zîrwa Kirimê gelek kêfxweşe û ji xîtaba yekem salvegera di zîrwê de kêfxweşe. Erdoğan silavên xwe şand ji bo lîderên zîrwê, ji bo Zelenski, serokên dewlet û hukumetên ku tevlî zîrwê bûne. Ji bo Zelenski Erdoğan dawetî zîrwê kiriye, Erdoğan jê re sipasiya xwe kir. Platforma ku ji bo di rêya aştiyane de parastina Kirimê pê bikin, ji bo hatiye damezrandin, desteka xwe jê re anî ser ziman. Tirkiye ji bo temsîla di zîrwê de, wezîrê karên derve yê Tirkiye şandiye zîrwê. Erdoğan weha got:
“Tirkiye îlhaqa Kirimê nasnake, ne rewaye û em ji roja ewilî de dibêjin ne hûqûqiye. Ev tewrê me ne tenê hûqûqiye di heman wextî de xwedî exlaqe û bi qaîdeye. Kirim perçeyekî Ûkraynaye û îada wê ji pêdiviya hûqûqa navdewletiye. Parastina yekîtiya axa Ûkryanayê, parastina desthit û yekîtiya siyasî, ne tenê mijareka herêmî lê ji aliyê navdewletî de, ji bo îstîqrarê girîngiyeka wê ya krîtîk heye.
Tirkên Kirim û Tatar ku ji xelkên binecîh ne, ji xwîna me ne, dilşadî û ewlehiya wan ji daxwazên me ne. Tatarên Kirimê yên hemwelatiyên me, şopdarên pêşdeçûnên li Kirimê ne. Ji ber wê sala borî di zîrwa li Kîevê de, piştî tevlî zîrwê bûn, serokê meclisa tataran yê yekem Narîman Celal û hevalên wî hatin binçavkirin, ez dubare dikim û em bende ne ku wan berdin da herin malên xwe û nav malbatên xwe.
Di dîrokê de xelkê Tatar têdikoşe da li ser axa xwe êşê û azarê nekşîne, li welatê xwe ji bo di nav aştiyê de bijîn, têkoşîna wê didin û di vê mijarê de Tirkiye bi hukumeta Ûkrayna û Tatarên Kirimê re ye.”
Erdoğan her weha xwest ku ew şerê ji 24 ê sibatê heya niha dewam dike, li ser bingeha yakîtiya axa Ûkraynayê bi aştiyane çareser bibe û divê bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin