Macron: Divê Rûsya garantiyê bide

05 December 2022 13:53 0 dîtin
Macron: Divê Rûsya garantiyê bide

PeyamaKurd Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di hin kanalên televizyonê de axivî û got, eger Rûsya vegere ser maseya danûstandinan ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê, divê mîmariya ewlehiyê ya nû, garantiyê bide Rûsyayê.

Rêberê Fransî tekez kir, mîmariya ewlehiyê ya nû divê nîgeraniyên Rûsyayê li ber çavan bigire.

Macron jî di axaftina xwe de diyar kir, eger Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn razî bibe şer bi rêya dîplomasiyê bi dawî bibe, divê Rojava bifikire wê çawa çareseriyekê ji bo kêşeyên ewlehiyê yên Rûsyayê bibîne.

Ji aliyek din ve amaje bi wê yekê jî kir ku biryar li ser şert û mercên siyasî di destê Ukrayniyan de ye.