Esed: Divê Tirkiye ji herêm dagir kiriye vekise
PeyamaKurd - Serokê Sûriyeyê Beşar Esed diyar kir ku di danûstandinên nêzîkbûna Şam û Enqereyê de ti pêşketin çênebûne.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA), Beşar Esed beriya rûniştina heyama nû ya Encumena Gel a Sûriyeyê, di derbarê qonaxa ji nû ve destpêkirina diyaloga navbera Tirkiye û Sûriyeyê ya ku li ser banga Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ketibû rojevê de daxuyaniyek da.
Esed da zanîn ku Rûsya, Îran û Iraqê hewl dane ku Şam û Enqere dest bi qonaxa danûstandinan bikin û got: "Li gel ku Rûsya, Îran û Iraqê jî xwestin pêvajo destpê bike da ku em û Tirkiyeyê li hev bikin û me jî vê daxwazê bi erênî pêşwazî kir, lê belê tevî dilpakiya navbeynkaran jî di derbarê diyalogê de tu pêşketin çênebûn."
Beşar Esed bi gotina "Me ne hêrişî xaka welatekî cîranê xwe nekir ku ji wir vekişin, ne jî me piştgirî da terorê." gazinên xwe yên ji Enqereyê anî ziman û wiha dom kir:
“Ji bo jinûve sazkirina pêwendiyan, divê pêşî sedemên têkçûna vê pêwendiyê ji holê bên rakirin û em dest ji ti mafên xwe bernadin. Ji bo ku her pêvajoyek diyalogê serketî be, pêdivî bi referansek pêbaweriyê heye. Yek ji sedemên ku di civînên berê de encam nehatin wergirtin jî nebûna referansê bû. Sûriye bi berdewamî tekez dike ku divê Tirkiye ji herêmên dagir kiriye vekişe û piştgiriya xwe ya ji terorê re rawestîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin