Mezlûm Ebdî: Wê Tirkiye û çekdarên wê ji herêmên dagirkirî bên derxistin

09 July 2021 21:00 0 dîtin
Mezlûm Ebdî: Wê Tirkiye û çekdarên wê ji herêmên dagirkirî bên derxistin

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî, bi rêya vîdyokonferansê beşdarê Komxebata Koçberên Serêkaniyê bû û diyar kir, xelkê Serêkaniyê di gelek qonaxên dijwar re derbas bûye û wê bi alîkariya hêzên Sûriya Demokratîk careke din vegerin cih û warê xwe.

 Ebdî got:" Çawa gelê me bi alîkariya hêzên me li hemberî çeteyan bi ser ketin û di 2012an de li dijî dewlet Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe dan, wê careke din bi alîkariya hêzên me vegerin cih û warên xwe."

Mezlûm Ebdî herwiha bal kişand ser ti hinceta ku Tirkiye û komên çekdarên bi ser wê ve demeke dirêjtir li herêmên ketinê de bimînin nîne û got,  “Ji ber ku tevahîya xelkê herêmê li dijî wan in, rizgarkirina herêmên dagirkirî bi xebata Hêzên Sûriya Demokratîk û xurtkirina hêza wan a leşkerî ve girêdayî ye, herwiha girêdayî piştgiriye gelê herêmê û berxwedana koçberan e.”