Mezlûm Ebdî: Pasmayên rejîma Esed li herêmên HSDê nîn in
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, tu hebûna paşmayên rejîma Esed li deverên Hêzên Sûriya Demokratîk tune ye.
Ebdî got, wan bi Şamê re li hev kiriye ku çareseriya leşkerî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de ne bijarde ye.
Ebdî diyar kir, çareseriya Sûriyê tenê bi diyaloga Sûrî-Sûrî pêk tê û ew ê şandeke ji xelkê deverê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo diyaloga bi Şamê bişînin daku paşeroja herêmê û Sûriyê gotûbêj bikin.
Mezlûm Ebdî diyar kir, HSD amadebûna xwe ji bo yekirina rêveberiya xweser di nava dewletê de li gorî prensîbên lihevkirinê piştî diyaloga bi Şamê re, daye diyarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin