Mezlûm Ebdî: Rejîma Sûrî gefa êrîsa leskerî dixwe, em neçar man helwestê nîsan bidin

31 January 2021 20:09 0 dîtin
Mezlûm Ebdî: Rejîma Sûrî gefa êrîsa leskerî dixwe, em neçar man helwestê nîsan bidin

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî sedema aloziya ewlehiyê ya li çargoşeya bajarên Qamişlo û Hesekê, bi zihniyeta rejîma Şamê ve girêda û got, rêjîm gefa êrîşeke leşkerî li ser herêmên wan dixwe û ew jî neçar bûne li dijî wan helwesta xwe nîşan bidin.

Mezlûm Ebdî herwiha da xuyakirin ku danûstandina wan ligel rêveberiya nû ya Amerîkayê heye û di navbera HSD û rêveberiya nû de bernameya karê hevbeş niha tê amadekirin.

Mezlûm Ebdî, li ser aloziyên ku hêzên girêdayî rejîmê yên bi navê Dîfa El-Wetenî li bajarên Hesekê û Qamişlo derdixin ji televizyona El Hedes a erebî re axivî û got, sedema aloziya ewlehiyê ya li çargoşeya Qamişlo û Hesekê, zihniyeta hikumeta Şamê ye.

Ebdî da zanîn ku şandek Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ya baskê siyasî yê HSDê, serdana Şamê kirile lê hevdîtin bê encam bûye û bibîxist ku hîna rejîma Sûriyê bi hişmendiya beriya 2011an tevdigere.

Ebdî wiha axivî: “Sedema aloziya ewlehiyê ya herî dawî, ne ji ber serdana dawî ya MSDê ye. Ji ber ku berî niha jî serdanên bê encam hebûn, sedema bingehîn ewe rêjîm gefa êrîşeke leşkerî li ser herêmê dike. Ev yek hişt ku em van helwestan li dijî Hêzên rêjîmê bigirin.”

Mezlûm Ebdî li ser rêveberiya nû ya serokê Amerîka Joe biden jî hêviyên xwe anî ziman û got: “Danûstandina me bi rêveberiya nû ya Amerîkayê re heye. Bernameya karê hevbeş di dema bê de di navbera Rêveberiya nû û HSDê de tê amadekirin. Lewma em hêvî dikin ku rêveberiya Amerîka ji bo çareseriya Sûrî siyasetek diyerker bide meşadin.”

Fermandarê Giştî yê HSDê bibîr xist ku danûstandinên wan bi hêzên Rûsya re jî berdewam dikin.

Di pevçûna navbera Asayîşa Rojava û hêzên Sûriyê de kuştî û birîndar hene