Mazlûm Ebdî: Ger herêmên dagir kirine biterikînin em ê bi Tirkiyeyê re diyalogê bikin

23 July 2024 14:33 0 dîtin
Mazlûm Ebdî: Ger herêmên dagir kirine biterikînin em ê bi Tirkiyeyê re diyalogê bikin

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di 13mîn salvegera Rêveberiya Rojava de li ser mijarên ewlehî, dîplomasî, destkeftî, metirsiyên heyî, egera diyalogan de nirxandinên gring kir û peyaman da aliyên peywendîdar.

“Zarok hînî Kurdî bûn û çûn zanîngehan”

Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew amade ne ku li gel Şamê û Tirkiyeyê jî diyalogê bidin despêkirin, lê belê ji bo diyaloga bi Tirkiyeyê re destnîşan kir ku çawa şertên wan hebin, şertên me jî hene.

Ebdî got: “Ne pêkan e ku rewş vegere 12 sal berê û di sala 13mîn de wê geşedanên nû pêk bên.” û dom kir:

“Li vir 12 sal in rastiyek derketiye holê; rewşeke ewlehî, leşkerî û rêveberî heye. Zarok hînî zimanê kurdî bûn û çûn zanîngehan. Êdî ne pêkan e ku em vegerin berê. Pêwîst e rejîma Sûriyeyê di vê mijarê de vê rewşê li ber çavan derbaz bike da ku em bikaribin çareseriyê bi pêş bixin.”

Hewla diyaloga Enqere û Şamê

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di derbarê hewldana Tirkiyeyê ya pêwendiyên xwe bi Şamê re normalîze bike de jî anî ziman ku di navbera Enqere û Şamê de ji xalên hevpar zêdetir nakokî û pirsgirêk hene û got ku ji bo her du alî bigihîjin lihevkirinekê şert û merc ne goncav in û ev yek wê pir zehmet be.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew ji bo diyalogê ji hemû aliyan re û bi taybetî jî ji hikûmeta Şamê re derî vekirî ne û got: “Em di wê baweriyê de ne ku wê çareserî bi Şamê re bi pêş bikeve. Danûstandinên me hene, lê belê divê Şam jî nêzîkatiya xwe binirxîne û biguherîne.”

“Xeteri didome”

Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî di domîna nirxandinên xwe de bibîr xist ku xeteriyên li ser Rêveberiya Rojava didomin û got: “Mirov dikare bêje her sal rîsk didomin. Her salek me di bin siya metirsî, şer, qurbanî û bedelên mezin de derbaz bûye. Sala yekem a şoreşê bi taybetî di salên 2012 û 2013an de gelek zehmet derbaz bû. Di wê serdemê de ji Efrînê heta Dêrikê, li dijî hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê hêriş pêk hatin.

Yek ji metirsiyên herî mezin jî rewşa me ya navxweyî ye. Niha dorpêçek giran heye. Di warê aborî de jî destwerdanên derve hene. Bi zanebûn hewl didin ku Rêveberiya Xweser ji derfetên derve bêpar bihêlin da ku rê nedin em xizmetan pêşkêşî gel bikin.

“Şertên me jî hene”

Mazlûm Ebdî di derbarê diyaloga bi dewleta Tirkiyeyê re jî tiştên gring anî  ziman û da zanîn ku bi şertê ku bi komên girêdayî wan re herêmên dagirkirî biterikînin, ew dikarin bi dewleta Tirk re diyalogê bi pêş bixin.

Mazlûm Ebdî wiha got:

Em ji hevdîtinên bi hemû Sûriyeyî, hêzên herêmî û navneteweyî yên bi mijara Sûriyeyê re pêwendîdar re vekirî ne. Em di wê baweriyê de ne ku pirsgirêka Sûriyeyê bi şer çareser nabe. Bes e. 12 sal in şer didome; ne pêkan e ku bi şer çareseriyek pêk bê. Çareserî bi rêbazên leşkerî pêk nayê. Divê bi diyalogê çareserî pêk bê. Bê guman, ne tenê bi rejîma Sûriyê re, pêwîstî bi diyaloga bi hemû aliyan re heye. Niha eger yên li Îdlib, Efrîn û cihên din ên dagirkirî ji diyalogê re vekirî bin û şertê me yê bingehîn qebûl bikin, em jî ji diyalogê re vekirî bin.

Şertê me yê sereke ji bo Tirkiyeyê û komên girêdayî wê ew e ku pêşî li ser bidawîkirina dagirkeriyê nîqaş bikin. Şertên wan hene, lê belê şertên me jî hene. Şertê me ew e ku em dawî li dagirkeriya li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bînin. Di vê çarçoveyê de ji bo ku pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin em ji danûstandina nêrînan re bi van hêzan re vekirî ne.”