Esed: Dagirkeriya Tirkiyê rews xistiye metirsiyê, divê derkeve
PeyamaKurd - Serokê Sûriye Beşar Esed di hevpeyvîna ligel televizyona Italî Rai News 24 de got: “Serweriya Sûriye, yekparçeyiya xaka Sûriye, bi dagirkeriya Tirkiyê ya hin deverên Sûriyê ketiye metirsiyê. Tirkiye divê derkeve!”
Esed da zanîn ku Tirkiye li Idlibê piştgiriya El Nusra dike û herwiha li bakurê Sûriyê jî xaka Sûriye dagir kiriye û got:
“Ji aliyê siyasî ve, rewşa Sûriye tevlîhevtir dibe. Ji ber ku welatên, ku destwerdanê di nav Sûriyê de dikin zêde dibin. Krîz berferehtir dibe.”
Esed ji bo pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê jî îdia kir ku ‘Rûsya piştgiriya Tirkiyê nake û ev rastiyek e’.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin