Esed: Tirkiyê ti garantîyeke zelal ji bo lihevkirinê nedaye me

15 July 2024 18:41 0 dîtin
Esed: Tirkiyê ti garantîyeke zelal ji bo lihevkirinê nedaye me

PeyamaKurd - Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed li ser bangên normalîzebûnê yê Tirkiyê ragihand ku Tirkiyê ti garantî nedaye wan û ew li gorî yasaya navdewletî li ser bingeheke zelal li hev dikin.

Li gorî medya Sûriyê, Serokê Sûriyê Beşar Esed derbarê daxwazên Serokomarê Tirkiyê ji bo lihevkirinê daxuyanî da û got, "Tirkiyê ti garantî nedaye me û li ser bingeheke zelal li hev dikin, ev jî yasaya navdewletî ye."

Esed daye xuyakirin, civînên wî bi berpirsên Tirkiyê re berdewam in û niha amadehiyan ji bo civîneke asta bilindtir dikin.

Esed da zanîn, “Em ji civînan re mercan danayinin”, lê diyar kir ku daxwazên wan hene. Eger ti civîn bi aliyê tirk re hebin, em ê rabigihînin, lê divê agahî di navbera herdu aliyan de hebe.”