DYA: Em ê besdarî çalakiyên tolhildanê yên li dijî Îranê nebin
PeyamaKurd - Reutersê bi spartina ji rayedarekî Koşka Spî ragihand ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden hişyarî daye Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û jê re gotiye: "Eger Îsraîl biryar bide ku bi tundî bersivê bide hêrişa Îranê ya bi firokeyên bêmirov û mûşekan, wê DYA beşdarî vê hêrişa li dijî Îranê nebe."
Reutersê di nûçeya xwe de diyar kiriye ku DYA di wê metirsiyê de ye ku li Rojhelata Navîn, di navbera Îsraîl û Îranê de şerekî mezin û berfireh rû bide û bang li dewletên Ereb û yên pêwendîdar kiriye ku rê li ber şerekî mezin û berfireh venekin.
Medya Amerîkî roja Yekşemê berê ragihandibû ku Biden ji Netanyahu re agahdar kiriye ku ew ê di pêwendiyek têlefonê ya şevekê de beşdarî çalakiya tolhildanê nebe. Ev gotin ji aliyê rayedarekî Qesra Spî ve ji Reutersê re hatin piştrastkirin.
Berdevkê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby, di bernameya 'This Week' a ABCyê de got: "Wê DYA di tekoşîna xweparastinê de hevalbendê Îsraîlê be, lê belê di mezinkirin û berfirehkirina şer de ew ê ne hevalbend be."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin