Wezîrê Urdinê: Derket holê ku Prensê berê besdarî çalakiyên dijî ewlehiya welat bûye

04 April 2021 20:53 0 dîtin
Wezîrê Urdinê: Derket holê ku Prensê berê besdarî çalakiyên dijî ewlehiya welat bûye

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen es-Safedî, li ser bûyera şeva borî ku 20 kesên payebilind hatin girtin û Prensê berê Hemza bin Huseyîn jî xistine hepsa malê, daxuyanî dan.

Safedî di civîneke rojnamevanî ya li paytext Ammanê de got, doh ji ber gefên wan ên li ser ewlehî û aramiya welat hejmarek kes hatine binçavkirin û da zanîn, di encama lêpirsînê de derketiye holê ku kesên ilgel bin Huseyîn hatine binçavkirin di nav hewldan û xebatên dijî ewlehî û aramiya welat de bûne û bi hêzên biyanî re bi awayekî hemahengî çalakî kirine.

Safedî da xuyakirin ku Sererkanê Urdinê bi Hemza bin Huseyîn re axiviye û jê daxwaz kiriye çalakiyên xwe yên dijî ewlehiya welat rawestîne, lê bersiveke erênî jê nestandiye û got, wê li gorî qanûnan û di çarçoveya malbata Şahnişîya Haşimî de mamele lê bê kirin.