Îranê bang li komên Sîe kir: Li dijî Amerîkayê çalakiyên leskerî bidomînin
PeyamaKurd – Endamê Meclisa Pisporên Îranê Abbas Kaabî ji komên Şîe yên li Iraqê xwest, operasyonên xwe yên çekdarî yên li dijî Amerîkayê bidomînin.
Endamê Meclisa Pisporên Îranê Ebas Kaabî di daxuyaniya xwe ya li Besrayê ji bo Fermandarê Supaya Qudsê ya Pasdarên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî hat kuştin de bang li komên Şîe kir ku heta ku Amerîka ji Iraqê vekişe çalakiyên xwe yên leşkerî li dijî vî welatî bidomînin.
Ebas Kaabî got, "Amerîka hewl dide ne tenê serweriya herêmê bi dest bixe, di warê perwerde, çand, medya, civakî, zanistî û hwd de jî serweriyê ava bike."
Kaabî got, "Amerîka di van demên dawî de ji bo ferzkirina aboriyê hewl dide" û çalakiyên mijara gotinê weke "şerê nerm" bi nav kir.
Endamê Hevpeymaniya Fetih Faleh Xezalî di axaftina xwe ya li Parlamentoya Iraqê de got, Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump û hin aliyên herêmê nakokiyên mezhebî li Iraqê gur dikin.
Xezalî amaje bi wê yekê jî kir, divê biryara parlamentoya Iraqê ya derkirina hêzên Amerîkî ji wî welatî were cîbicîkirin û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku berpirsyariya xwe bigire ser xwe û kuştina Qasim Silêmanî radestî dadgehê bike.
Xezalî diyar kir, divê hikûmet piştgiriyê bide Heşda Şeibî û got, divê komên çekdar ên din jî ji piştgiriya hikûmetê sûd werbigirin.
Her wiha serokê Koalîsyona Fetih Hadî Amirî û serokê koma çekdar a Asayib Ehlihak a girêdayî Heşda Şeibî Kays Xezalî jî bi vî rengî daxuyanî dan.
Şirovekar daxuyaniyên bi heman rengî yên rayedarên Şîe yên ji bo Ebas Kaabî weke hewldana Îranê ya ji bo zextê li ser Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi seferberkirina komên nêzî xwe dinirxînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin