Blinken: Amerîka besdarî ‘ti kiryarên terorî’ yên dijî Îranê nebûye

19 April 2024 19:35 0 dîtin
Blinken: Amerîka besdarî ‘ti kiryarên terorî’ yên dijî Îranê nebûye

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken piştî teqînên li Îsfehan a Îranê yên îro danê sibehê ku guman heye ji aliyê Îsraîlê ve êrîş hatibe kirin axivî.

Blinken, li ser pirsa rojnamevanan û agahiya wan ji wan êrîşan hebû yan na? got, Amerîka beşdarî tu "Kiryarên terorî" li dijî Îranê nebû.

Blinken li ser şerê Xezzeyê jî diyar kir: "Ez derbarê bûyerên ku rapor li ser hatine dayîn de tiştekî nabêjim. Tenê ez dibêjim ku armanca me agirbest e."

Herwiha Blinken dubare nêrîna Amerîkayê anî ziman ku ew pabendî parastina ewlekariya Îsraîlê ne.