Li dijî biryara Demirtas û Yuksekdag bertekên nerazîbûnê

21 September 2019 16:54 0 dîtin
Li dijî biryara Demirtas û Yuksekdag bertekên nerazîbûnê

PeyamaKurd - HDPyiyan li gelek bajar û navçeyan bertek nîşanî biryara girtinê ya Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Figen Yuksekdag û Selahattin Demîrtaş û diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Li gelek navçe û bajaran bertek nîşanî biryara girtinê ya Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag hatin dayîn. HDPyiyan li gelek bajaran biryar şermezar kirin û ev peyam dan: "Ev darbeyek hiqûqî ye. Ev lîstikeke nû ya bloka faşîst a AKP- MHP ku hewl dide bi darbeyan û qeyûman welat bi rêve bibe. Em ê vê lîstikê bi berxwedana hemû gelên xwe têk bibin." 

Di çarçoveya şermezarkirina biryarê de li Edene, Ceyhan, Hatay, Îskenderûn, Şirnex, Colemêrg, Çelê, Gever, Enqere, Dersim û Êlihê li ber avahiyên rêxistinên HDP'ê daxuyanî hatin dayîn û bang dewam kirina berxwedan û têkoşînê hat kirin. 

Ji aliyê din ve Hevserokê HDPê Sezai Temelli jî bertek nîşanî neberdena Demirtaş da û got, “Neberdan Demirtaş bi bi tu awayî bi ne yasayî û dewlet sûcekî dike.” Temelli wiha axivî:

“Tu sûcekî hevalên me nîne. Hemû evîndarên azadî, aştî û demokrasiyê ne. Ji bo vê evîndariyê serî naçemînin û têkoşîna xwe didomînin. Wê yek ji me dest ji vê têkoşînê bernede.

Girtinên 4’ê mijdarê çima neheqî bû û çawa li dijî qanûnan bû beriya niha bi çend rojan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ya li Strazburgê derket holê. Jixwe DMME’yê berê biryara Demîrtaş dabû. Tirkiye îtîrazî vê biryarê kir. Doz çû Dadgeha Bilind. Doz li Dadgeha Bilind hat dîtin. Dozek îbret bû. Min li wir şopand. Di şexsê doza Demîrtaş de hemû doz bi awayek eşkere derketin holê. 

Em demildest li benda biryara DMME’yê ne ku encama dozê eşkere bike.”