Li Diyarbekirê jî mazbatayên saredarên hilbijartî nedan: Heta 7ê Nîsanê…
PeyamaKurd – Hevşaredarên hilbijartî yên DEM Partiyê Serra Bucak û Dogan Hatun piştî ku di hilbijartinên 31ê Adarê de bi ser ketin, îro 2yê Nîsanê çûn Lijneya Hilbijartinê ya Diyarbekirê daku mazbataya seroktiya şaredariyê werbigrin.
Hate ragihandin ku mazbataya wan ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ve bi hinceta ku AK Partiyê îtiraz li encaman kiriye nehatiye dayîn.
Herwiha rayedarên Lijneya Hilbijartinê gotine ku AK Partiyê li hemû navçeyên din ên Diyarbekirê ku DEM Partiyê bi ferqeke mezin qezenc kiriye jî îtiraz li encamên hilbijartinê kiriye.
Hate diyarkirin ku rayedaran ji seroka hilbijartî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Serra Bucak re gotiye, heta 7ê Nîsanê ango piştî temambûna proseya îtirazan ew dê bikarin mazbataya wan bidin.
Hêjayî gotinê ye, li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê mafê şaredarê hilbijartî yê DEM Partiyê Abdullah Zeydan jê hatibû standin û Lijneya Hilbijartinê mazbataya seroktiya şaredariyê dabû namzedê AK Partiyê di hilbijartinê de bi ser neketibû. Piştî wê biryarê li Wanê protestoyên berfireh li kuçe û kolanan dest pê kirine û hêzên ewlehiyê jî destwerdanê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin