Dibe ku 12 saredarên HDPî yên navçeyên Diyarbekirê jî bên dûrxistin

06 September 2019 18:35 0 dîtin
Dibe ku 12 saredarên HDPî yên navçeyên Diyarbekirê jî bên dûrxistin

PeyamaKurd – Li gorî belgeyên ku îro ji aliyê parêzer Sertaç Buluttekin ve li ser medya civakî hatine belavkirin, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê amadekariyê dike piştî destdanîna ser şaredariyên bajarên mezin ên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê dest deyne ser şaredariyên navçeyên Diyarbekirê jî.

Di belgeyan de xuya dike ku Wezareta Navxwe ji 9ê Tebaxê ji Parêzgariyê re nivîsek şandiye ku tê de navên navçeyên Diyarbekirê û şaredarên wan hene û berhevkirina agahiyên derbarê wan de ji parêzgariyê daxwaz dike.

Di belgeyan de navê 12 şaredariyên navçe û beldeyan ku di destê HDPê de ne hatine rêzkirin û derbarê şaredarên wan de heta 16ê Tebaxê berhevkirina agahiyan tê xwestin.

19ê Tebaxê bi biryara Wezareta Navxwe li şûna şaredarên Mêrdîn, Wan û Diyarbekirê parêzgarên wan bajaran wekî qeyûm hatibûn tayînkirin ku HDP hîn jî çalakiyên dijî wê biryarê berdewam dike.