Erdogan: Girtîgeha Diyarbekirê, êdî dibe muzexane!
PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, îro çû Diyarbekirê û merasîma vekirina komî li dar xist. Erdogan di merasîmê de ragihand ku Girtîgeha Diyarbekirê jî dê bibe muzexane.
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê Ak Partiyê Recep Tayip Erdogan, îro çû Diyarbekirê da ku bi mersîmekê vekirina 1525 xanî, mizgeftek û 17 kargehên TOKÎyê bike.
Serokomarê Tirkiyeyê di axaftina xwe ya ku li Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê kir de got,
“Rengê Diyarbekirê, ne rengê zilm, zext û êşê ye, rengê vekirina kargehan e. Em bi hemû gelê xwe re ji dil û can ji Diyarbekirê hez dikin. Diyarbekir bajarê şaristaniya me ye. Rengê Diyarbekirê, îstismara PKKê yan jî jirêderketina HDPê nîn e. Îro tiştê ku em bi hev re nîşan didin; biratî, hezkirin û yekîtî ye.”
Serokê Giştî yê Ak Partiyê Serokomar Erdogan, nav neda lê belê di derbarê Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş û Hevserokê HDPê Mithat Sancar de jî axivî got,
“Kesê ku niha di Girtîgeha Edîrneyê de ye, gelo têkiliya wî bi Kurdbûnê re heye? Na. Lê ew birayên min ên Kurd îstîsmar dike. Her wiha hevserokê partiya wan ê niha jî ne Kurd e, lê Kurdan îstîsmar dike.”
Erdogan, li ser aqûbeta Girtîgeha Diyarbekirê jî axivî û got ku
“Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, girtîgehê bi temamî vala kiriye. Wezareta Dadê, îro girtîgeh radestî Wezareta Çand û Turîzmê kir. Ev avahiya ku ew ê tê de muzexane, pirtûkxane û gelek beşên çand û hunerê hebin, ji niha ve li ser xêrê be.
Girtîgeha Diyarbekirê ya ku di rabirdûyê de bûbû mijara zilm û bîranînên xirab, dê hem di qada bîrê hem jî di qadên cuda de wekî avahiyekê xizmetê bide.”
Erdogan bal kişand ser aramî û ewlehiya herêmê jî û got,
“Li Diyarbekirê, tenê aramî têr nake. Divê li Iraq û Sûriyeyê jî aramî pêk were. Ji bo welatê me bibe girava aramiyê, em dixebitin. Rêxistinên terorê û zorbeyên emperyalîst ku hevsarê rêxistinên terorê di destên wan de ye, dê nikaribin rê li ber me bigirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin