Tîma AFADê besdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Girtîgeha Sednaya dibe

16 December 2024 11:56 0 dîtin
Tîma AFADê besdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Girtîgeha Sednaya dibe

PeyamaKurd – AFADê ragihand ku ew ê ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê yên giran bişîne ji kesên ku tê texmînkirin di Girtîgeha Leşkerî ya Sednaya ya Sûriyeyê de asê mane. Tîmek ji 80 kesan wê bi amûrên pêşkeftî lêgerînek berfireh bike.

Di daxuyanîya ku ji aliyê AFADê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ji bo kesên ku tê texmînkirin li Girtîgeha Leşkerî ya Sednaya ya girêdayî Wezareta Parastinê ya rejîma hilweşiyayî ya Sûriyeyê asê mane wê ekîbên lêgerîn û xilaskirinê bên şandin.

Tîma ku ji 80 kesan pêk tê wê di 16ê Kanûnê de li Sûriyê bin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ekîbên AFADê wê li Sednaya ku wek cihê ku xwepêşanderên li dijî rejîma kevin lê hatin desteserkirin û îşkencekirin tê zanîn bi amûrên pêşkeftî yên lêgerîn û xelaskirinê xebatên lêgerîn û şopandinê bi berfirehî li dar bixin û ekîba ji 80 kesî pêk tê wê sibê (16ê Kanûnê) xwe bigihînin herêmê û dest bi kar bikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Serokê AFADê Okay Memiş wê têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.