Amerîka besdarî xebatên pêsxistina derziya korona yên WHOyê nabe
PeyamaKurd - Rêvebirîya Amerîkayê ragihand ku ew ji ber hebûna Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) û bandora Çînê, tevlî xebatên navnetewî yên 172 welatan ên pêşxistina derziya Covid-19 nabin.
Berdevikê Koşka Spî Judd Deere ragihand, Amerîka ji bo têkbirina vîrusa korona wê xebatên xwe bi hevkarên navneteweyî re serbixwe bidomîne.
Deere got, ew bi WHOya pûç re û ligel rêxistinên di bin bandora Çînê de naxebitin.
Serokê Amerîka Trump, jiber helwesta wê ya bo pandemîya vîrusa korona WHO rexne kiribû û gotibû ku ew rêxistin di bin bandora Çînê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin