Amerîka: Em ji hewl û xebatên serok Barzanî yên hilbijartinê agahdarin û dibînin

30 April 2024 22:47 0 dîtin
Amerîka: Em ji hewl û xebatên serok Barzanî yên hilbijartinê agahdarin û dibînin

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê behsa xebat û hewlên serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku çawa dixebite û hewl dide ku hilbijartinên parlementoya Kurdistanê bi azadane û adilane bibin.

Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Vedant Patel, li ser pirsa peyamnêrê K24ê pirsa peyamnêr bersivand.

Vedant Patel got ku ew agahdarin û dizanin bê serok Mesûd Barzanî ji bo terefên din çiqas dixebite da hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di wexta xwe de bi edalet û azadane çêbibin.