Serok Barzanî li Hewlêrê pêswazî li Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Kanûnê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Rick Perry kir.
Rick Perry bi serdaneke fermî gihîşt Kurdistanê û tê çaverêkirin piştî hevdîtina ligel Serok Barzanî çend hevdîtinên bi taybet li ser mijarên enerjî û gazê, bi pilebilindên rêveberiya Kurdistanê re pêk bîne.
Serdana Perry di demekê de ye ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) lez daye avakirina hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê.
Herwiha piştî avabûna hikûmeta Bexdayê, Serok Barzanî serdana Bexdayê kiribû û piştgiriyeke xurt dabû Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî ku ev jî ji aliyê Amerîka û civaka navdewletî ve bi kêfxweşî hatibû pêşwazîkirin.
Kerta enerjiyê bo Kurdistan û Iraqê mijareke gelekî girîng a aborî ye ku demek berê piştî sepandina dorpêçên ser Îranê, hinardeya petrola Kerkûkê bi ser bendera Ceyhan a Tirkiyê de, dest pê kiribû û tê çaverêkirin ev jî beşek ji mijara hevdîtinên Perry yên ligel rayedarên Kurdistanê be.
Rick Perry ji sala 2017an ve di kabîneya Serokê Amerîkayê Donald Trump de, Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin