Serokwezîr Barzanî, Wezîrê Iraqê pêswazî kir

15 October 2023 18:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, Wezîrê Iraqê pêswazî kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Wezîrê Ciwanî û Werzîşê yê Iraqê Ehmed El-Muberga kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de rewşa werzîşê ya Iraq û Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser bihêzkirina hevkarî û hemahengiya di navbera saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hat kirin.

Hat diyarkirin ku Serok Barzanî bal kişand li ser girîngiya beşdariya Herêma Kurdistanê çalakiyên werzîşî û tûrnûvayên navdewletî û tekezî li ser wê yekê kir ku kar û xebatên ku bi hemahengiya ligel saziyên pêwendîdar ên hikûmeta federal ji bo lidarxistina çalakiyên werzîşî û tûrnûvayên navdewletî li Herêma Kurdistanê bên kirin, girînge.

Her wiha hat zanîn ku Wezîrê Iraqê El-Muberga diyar kir ku ew amade ne di warê werzîşê de hevkarî û hemahengiya ligel Herêma Kurdistanê zêdetir bikin.