Serokwezîr Barzanî serdana xebatên otobana navbera Hewlêr-Duhokê kir
PeyamaKurd - Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana xebatên projeya rêya cotşerîd a Hewlêr–Duhokê kir û ji nêzîk ve agahî wergirtin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Duşemê serdana projeya çêkirin û qîrkirina rêya cotşerîd a Hewlêr–Duhokê kir.
Malpera fermî ya parêzgeriya Hewlêrê doh ragihandibû ku tîmên karkirinê hewldanên xwe zêde kirine ji bo dawiya vê salê rêya Hewlêr–Duhokê temam bibe.
Hatiye ragihandin ku heta dawiya îsal biryar e her du şerîd jî temam bibin û bikeve xizmeta hemwelatiyan. Rêya cotşerîd ji navenda bajarê Hewlêrê heta pira Gopal 38 kîlometre ye û bi awayekî pêşketî tê çêkirin.
Cîgirê parêzgeha Hewlêrê Mesûd Karreş li ser projeyê got, bi temambûna vê rêyê re, Hewlêr dê zêdetir pêş bikeve ji ber ew otobaneke navnetewî ye û Hewlêr bo Duhok û deriyê navnetewî yê Îbrahîm Xelîl nêzîktir dibin. Ev yek jî dê bandora xwe hebe li ser tevgera hatûçûnê bi taybetî bo bajarekî wek Hewlêr a ku paytexta herêma Kurdistanê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin