Di sewata otela Kartalkaya de xebatên lêgerînê hatin rawestandin
PeyamaKurd – Xebatên lêgerînê yên ji bo kesên ku di şewata li Otela Grand Kartal a li Resorta Skî ya Kartalkaya de asê mabûn, hatin sekinandin.
Piştî banga şewata saet 03.27an li Otela Grand Kartal a Kartalkaya, ekîb bi lez hatin cihê bûyerê û ji bo şewat bê kontrolkirin dest bi mudaxaleyê kirin.
Di heman demê de ji bo kesên di otêlê de asê mabûn ji aliyê ekîbên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) ve xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin destpêkirin. Piştî şewatê xebatên lêgerîn û xelaskirinê yên ekîbên ku 19 saetan dewam kirin ji bo danê sibê dîsa destpê bikin hatin sekinandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin