Di lêpirsîna sewata Otêla Kartalkayayê de 14 kes hatine binçavkirin
PeyamaKurd – Lêpirsîna li ser karesata şewata ku li Otêla Grand Kartalê a li bajarê Bolûya Tirkiyeyê pêk tê berfireh dibe.
Hat ragihandin ku hejmara binçavkiriyan bûye 14, û tê diyarkirin ku îfadeya wan kesan hatiye wergirtin ku di nav wan de xwediyê otêlê, midîr û hin xebatkar jî hene.
Li gorî agahiyên berdest gumanbarê bi navê Alî B.yê ku duh li Stembolê di çarçoveya lêpirsînê de hatiye binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê bi cendirmeyan re birine Bolûyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin