Li ser sewata Hatayê 4 kes hatine binçavkirin
PeyamaKurd- Wezîrê daristanê û keştûkalî Bekir Pakdemirli li ser şewata duhî ku li Hatayê derket û belaveyê 3 navçeyan bû, derket ber çapemeniyê û ragihand ku şewat bi temamî hatiye kontrolkirin. Pakdemirli got:
"Di derxistina şewatê de gumanên ji dil hene. Parêzgeriya me lêpirsînê piralî dewam dike û 4 kes dibinçav de ne. Di bûyerê de teselliya me ya mezin ew e ku kes can nedaye. Lê daristana me perîşan bûye.”
Pakdemirli got ku li dora 300-400 hektarî şewitiye, dest bi xebata tesbîta zerara xelkê hatiye kirin û tişta ku jê tirsiyane şewat nêzî jîngehê bûye. Wezîr Pakdemir got ku li gor 2 vîdeoyên di medya civakî de Molotof kokteylê avêtine û şewatê derxistine. Pakdemirli weha got:
“Di her dû vîdeoyan de jineka bi cilên kesk molotof kokteylê avêtiye. Di dîmenan de yek gotiye ku jinekî Molotof kokteyle avêtiye ser.”
Lê parêzgeh ragihandiye ku hêj ew negihane encamekî lê lêpirsîn dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin