Li hemû navçeyên Diyarbekirê tayînkirina qeyûman protesto kirin!
PeyamaKurd – Li navenda Diyarbekirê û hemû navçeyên wê bi sedan kes daketin qadan û tayînkirina qeyûman bi dirûşmeyên "Colemêrg ya me ye" şermezar kirin.
Li navenda Diyarbekirê û navçeyan li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê meş hatin lidarxistin.
Bi sedan kes li dijî desteserkirina qeyûman daketin qadan û bi dirûşmeyên "Colemêrg ya me ye" ji bo piştgiriya gelê Colemêrgê meşiyan. Endamên partiyê welatiyan vexwend nobeda ku wê li ber şaredariyan destpê bike.
Rezan
Girseya ku di nav wan de Hevşaredara Rezan Leyla Ayaz, Hevseroka DBPê ya Bajêr Sultan Yaray û endamên partiyê jî hebûn, li Girtîgeha Altkoşe ya navçeya Rezan a Diyarbekirê heta Hatboyu kom bûn. Bi dirûşmeyên “Colemêrg ya me ye, şarêdari ya me ye” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” meşiyan.
Di tevahiya meşê de welatiyan li çepikan xistin û ajokaran jî piştgiriya xwe bilind kirin. Hevserokan esnaf ziyaret kirin û gel vexwendin çalakiya rûniştinê ya ku her roj saet 17:00an li ber şaredariyan li dijî destwerdana gel tê lidarxistin.
Sûr
Li Navçeya Sûrê bi sedan kes hatin cem hev û ji bo qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê kirin şermezar bikin meşiyan. Girse ji ber avahiya navçeya Sûr a DEM Partiyê heta Deriyê Mêrdînê meşiyan û bê navber siloganên "Bijî berxwedana gel", "Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me ye", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" qîriyan.
Dikandaran li çepikan dan û wesayîtan jî bi qorneyan piştgirî dan. Tevî ku polîsan hewl da meşê asteng bike jî girseya qelebalix rê neda astengiyan û meş bi dirûşmeyan dewam kir.
Peyas
Endamên partiyê li avahiya DEM Partiyê ya Peyasê (Kayapinar) li hev civiyan û ber bi vîllayên Dîclekentê ve meşiyan. Hevseroka DEM Partiyê ya Diyarbekirê Pinar Sakık Tekin, endamên partiyê û gelek welatî jî beşdarî meşê bûn. Di tevahiya meşê de dirûşmên "Colemêrg ya me ye şaredarî ya me ye" hatin berzkirin.
Bismil
Tayînkirina qeyûm li ber Şaredariya Bismilê hat protestokirin. Li avahiya şaredariyê çalakiya nobetê hat destpêkirin. Li vir bang li gelê Bismilê kir, Hevserokê Navçeya Partiya DEMê ya Bismilê Mustafa Kurt diyar kir ku weke hilbijartinên 31ê Adarê divê her kes vîna xwe biparêze.
Kurt hemû gel vexwend daxuyaniya çapemeniyê ya ku îro saet di 17:00 de li ber Şaredariya Bismilê tê lidarxistin û destnîşan kir ku ew ê li Şaredariya Bismilê dest bi çalakiya nobedê ya bê dem bikin.
Yenîşehîr
Polîsan meşa ji ber avahiya Navçeya Partiya DEMê ya Yenîşehîrê asteng kir. Di çalakiya ku Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê Diyarbekirê Abbas Şahîn, Hevşaredarên Yenîşehîrê, endamên meclîsa şaredariyê û welatiyan jî piştgirî dan de, astengiya polîsan bi dirûşmeyên "Colemêrg ya me ye" hat protestokirin.
Hevşaredarê DEMê Abbas Şahîn li vir daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku xebatên partiyên wan ên siyasî hatine astengkirin. Bertek nîşanî astengkirina avahiyên partiyan jî da û got, “Em ê ti carî dest ji siyaseta demokratîk bernedin. Em weke Kurd û gelên Tirkiyeyê zîhniyeta welî protesto dikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin