Navça Erxeniya (Ergani) Diyarbekirê dibe ku bibe parêzgeh
PeyamaKurd – Li ser mijara ku wê 19 navçeyên ku nûfûsa wan ji 120 hezarî derbas kiriye, serokê partiya MHP Devlet Bahçeli di civîna partiya xwe de ragihandibû ku wê bibin parêzgeh, xelkê navça Erxeni ya bi ser Diyarbekirê ketin nav heyecanê û babetê bi dilxweşî pêşwazîkirin. Di nava navçên ku wê bibin parêzgeh de navên Midyad, Gever, Cizîr, Erxenî û navê Ercîşê jî derbas dibe.
Navça Erxeniyê (Ergani) xwediyê nûfûsa 136 hezariye û navça Diyarbekir ya herî mezine. Navçên Çêrmûkê, Pîranê, Egilê, Maden û Çunguşê gelek nêzî wê ne û ji bo bibe parêzgeh rewşa wê gelek başe. Li ser mijarê serokê oda esnaf û sanayiyê Ağa Karaoğlan bo Rûdawê ragihandiye:
“Li navçê gelek dezgeyên dewletê hene. Em li ser Diyarbekir in. Em dixwazin Erxenî bêhtir pêşde here. Eger îro li Erxeniyê 15 hezar memûr hebin wê jimara memûran derê 25 hezarî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin