Li 17 navçeyên Diyarbekirê kîjan namzedî çiqas deng wergirtin?
PeyamaKurd – Di gera duyem a hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê de, li 17 mavçeyên bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê ku rêjeya beşdariyê li gorî gera yekem ji sedî 6 kêm bû. Recep Tayyip Erdogan li 3 navçeyan û Kemal Kiliçdaroglu jî li 14 navçeyan bû yekemîn.
Di hilbijartinên 14ê Gulanê de li Diyarbekir ji milyonek û 145 hezar dengdêran ji sedî 81 çûbûn ser sindoqan. Di gera duyem de rêjeya çûyîna ser sindoqan bi qasî 5 xalan kêm bû û bû ji sedî 75,9.
Ji dengdêrên ku çûne ser sindoqan ji sedî 71,61ê wan dengên xwe dane Kemal Kiliçdaroglu, ji sedî 28,39an jî dengê xwe dane Recep Tayyîp Erdogan.

41 hezar dengên Kiliçdaroglu kêm bûn
Kiliçdaroglu di hilbijartinên 14ê Gulanê de bi rêjeya ji sedî 71,9 ji Amedê 651 hezar û 793 deng wergirtibûn. Di gera duyem de Kiliçdaroglu bi rêjeya ji sedî 71,6an, 41 hezar û 714 deng ji dest dan û rêjeya dengan daket 610 hezar û 99an.
Kiliçdaroglu li 14 navçeyên Diyarbekirê ku 3 hezar û 685 sindoq hatin danîn bû yekem û di 3 navçeyan de jî Erdogan bû yekem.
Erdogan li navçeyên Çermûk (% 62), Çinguş (% 62) û Hênêyê (%î 52) bû yekem.
Kilicdaroglu jî li navçeyên Rezan, Bismil, Çinar, Pîran, Gêl, Erxenî, Hezro, Peyas, Karaz, Pasûr, Licê, Farqîn, Sûr û Yenîşehîrê dengên herî zêde wergirt.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin