Serokê YSKê eskere kir: Kîjan partiyê çiqas saredarî bi dest xistin?

01 April 2024 20:35
Serokê YSKê eskere kir: Kîjan partiyê çiqas saredarî bi dest xistin?

PeyamaKurd – Serokê Lijneya Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) Ahmet Yener, derbarê hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de daxuyanî dan.

Serokê YSKê ragihand ku heta niha ji sedî 99,99ê sindoqan vebûne û beşdariya bo hilbijartinê jî bi rêjeya ji sedî 78,11 e.

Ahmet Yener ragihand ku CHP 14, AK Partiyê 9, DEM Partiyê 6 û MHPê 8, DBPê 1, İYİPê 1 û YRPê jî 1 şaredariyên bajarên mezin bi dest xistine.

Herwiha Serokê YSKê diyar kir, li 44 bajaran girtekên dengan têne pevxistin û li gorî encamên berdest; CHP 35, AK Parti 24, DEM Parti 10, MHP 8, Yeniden Refah Partisi (YRP) 2, BBP 1 û İYİ Parti 1 şaredarî bi dest xistine.

HUDA PARê beldeyek bi dest xist

Yener, di hilbijartinên navçeyan de jî AK Parti 324, CHP 302, MHP 110, DEM Parti 54, Yeniden Refah Partisi 37, İYİ Parti 23, BBP 12, serbixwe 9, Demokrat Parti 2, Demokrasi ve Atılım Partisi (DEVA) 1, Demokratik Sol Parti (DSP) 1, Saadet Partisi 1, Sol Parti 1 û Türkiye İşçi Partisi (TİP) 1 navçe bi dest xistine.

Li gorî daxuyaniya Yener DEM Partiyê 10 beldeyên navçeyan, HUDA PARê jî 1 belde li bakurê Kurdistanê bi dest xistiye.

DEM Partî ji bo encamên 4 bajaran îtiraz dike

Li aliyê din DEM Partî îtirazên xwe yên bo bajarên Bedlîs, Colemêrg, Şirnex û Qersê bi hinceta hilbijêr ji derve hatine veguhestin û deng bi wan hatiye dayîn, didomîne.