Serokwezîrê Holandayê: Têkiliyên me yên gelek dostane li gel Iraq û Hewlêrê hene

23 September 2023 11:01 0 dîtin
Serokwezîrê Holandayê: Têkiliyên me yên gelek dostane li gel Iraq û Hewlêrê hene

PeyamaKurd – Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte ragihand, ku welatê wî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re pêwendiyên gelek dostane hene û tekez kir, ku ew naxwazin destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Iraqê de bikin û ew hewl didin ku "Iraq aram bimîne."

Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte ku ji bo beşdarbûna 78. Civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê ye, di bêhnvedanê de ji Nûnerê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurda re axivî.

Serokwezîr Mark Rutte got, "Têkiliyên me yên pir dostane bi Iraq û Herêma Bakur, yanî Hewlêrê re hene. Em dixwazin bi her awayî alîkariya wan bikin da ku welat li ku derê be, aram bimîne."

Mark Rutte li ser pirsekê derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de jî got, “Divê em têra xwe hişyar bin ku destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Iraqê de nekin. "Bêguman em hewl didin ku gavên pêwîst bavêjin cihê ku pêwîstiya me bi alîkariyê heye bêyî ku tu girûpekê aciz bikin."

Hefteya borî Mark Rutte di çarçoveya 78emîn civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî re hevdîtin kiribû.

"Hevkariya di navbera her du welatên dost hat gotûbêjkirin"

Rutte di nirxandina xwe ya hevdîtinê de got, welatê wî bi Iraqê re "têkiliyên dostane" hene.

Di daxuyaniya li ser malpera Serokwezîrê Iraqê de ev agahî hatin dayîn:

“Hevkariya di navbera du welatên dost de hate gotûbêjkirin. Herwiha tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî hat kirin û tekezî li ser rijdbûna wan bo pêşxistina hevkariyên aborî ji bo berjewendiya gelê Iraq û Hollandayê hat kirin.

Holanda ku welatekî NATO ye û di nav Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de cih digire, perwerdeya leşkerî dide Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê û hêzên ewlehiyê yên Iraqê.